Pervîn Buldan: Eger em destê xwe nedin Leyla Guven dê rojên tarî bidomin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Konferansa Jinan a HDK'ê de axivî diyar kir ku aliyê wan ê hevpar tecrîdkirina Ocalan e û wiha got: “Ger ku em destê xwe negînin destê Leyla Guven ev rojên tarî dê bidomin. Dê siyaseta demokratîk tasfiye bibe.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dest bi konferansa Serdema 9'emîn a Jinan kir.  Konferansa Jinan a HDK'ê li Hotel Akar International a li Enqereyê didome. Di konferansê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan jî di navde nûnerên gelek saziyên jinan amade bûn. Li salona kongreyê wêne û pankarta mezin a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya grevê de ku li ser “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze" vekirin. Li salonê pankartên bi Ermenî, Kurdî, Tirkî, Erebî ku berxwedana jinê silav dike vekirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî piştî Hevberdevka HDK'ê Gulistan axivî. Pervîn Buldan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 66 rojin didome û wiha got: “Ez li hemberî berxwedêrên zindanan bi hurmetî bejna xwe ditewinim. Ez hezkirin û hurmetên xwe dişînim û wekî deyn dibînim. Guven balê dikişîne ser pirsgirêka civakî. Em niha agahiyê ji Birêz Ocalan nastinin. Birêz Ocalan ji bo pêşeroja vî welatî pêvajoyek da destpêkirin. Ev pevajo 3 sal berê hat bidawîkirin. Di 3 salên dawî de piştî pêvajo hat xerakirin şer û kaos pêş ket. Her kes vê rewşê dizanin."

 Pervîn, destnîşan kir ku heta 3 sal berê li vî welatî kes nedihat kuştin û wiha lê zêde kir: "Em di serdema diyalogê de bûn şahidê aştî demokrasî û azadiyê. Lê piştî 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde di şexsê Birêz Ocalan de li ser her kesî tecrîd hat destpêkirin. Ev tecrîd tenê bi Birez Ocalan re bi sinor nema. Tecrîda mutlaq di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civaka Tirkiye û hêzên muxalif hat meşandin. Li dijî hemû kesên aştî û demokrasiyê diparêzin pêk hat.

Di 7'ê Hezîranê de me dît HDP wekî heviya demokrasî û aştiyê dîtin û dengê xwe avêtin sindoqan. HDP ji bo pêşeroja vî welatî wekî hevî dîtin. Lê AKP'ê ev yek xera kir. Pirsgirêka herî mezin tecrîd e. Ger ku em hemû jin nebin yek û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind nekin. Ger ku em qerîna xwe tev li qerîna Leyla Guven nekin û destê xwe negînin destê Leyla Guven, di van rojên tarî de dê siyaseta demokratîk tasfiye  bibe."


Mijarên Din