Perlamantoya Erebî: Biryara Tirkiyê qanûna navneteweyî binpê dike

Perlamantoya Erebî îro biryara şandina hêzên Tirkiyê ji lîbyayê re şermezar kir. Her wiha ev biryar wek binpêkirinek hovane li dijî qanûna navneteweyî binav kir û diyar kir ku aloziya Lîbyayê girêktir dike.

Perlamantoya Erebî bi daxuyaniyekê biryara perlamantoye Tirkiyê ya ku di 2`yê Çileya 2020`an de muzekereya şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê re erê kir şermezar kir.

Perlamantoyê biryara şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê re wek binpêkirinek ji qanûna navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî bi hejmar 1970 a sala 2011`an,biyara bi hejmar 2292 a sala 2016`an, biryara bi hejmar 2357 a sala 2017`an û biryara 2473 a 10`ê Hezîrana 2019`an ên girêdayî qedexekirina şandina çekên ji lîbyayê re binpê dike.

Perlamantoyê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku mudexeleya Tirkiyê ya leşkerî di Lîbyayê de rewşa Lîbyayê aloztir dike. Her wiha çareseriya siyasî asteng dike û ewlehiya Lîbyayê, dewletên cîranên wê û ewlehiya neteweyî dihejîne.

Perlamantoyê destnîşan kir ku ew desteka Lîbyayê, serdestiya wê û serxwebûna wê dike û bi tundî tevahiya cureyên mudexeleyên derve di karûbarên Lîbyayê de red dike.

Girêdayî mijarê Mişel El-Selmî serokê Perlamantoya Erebî hişyarî ji mudexeleyên herêmî yên dijber da ku wê timayên mitîngerî li herêma erebî vejînin.

El-Selmî di civîna Perlamantoya Erebî de ya ku li Qahîre bi tevlibûna wezîrê derve yê Siûdî Arabistan Emîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd û serokê Perlamantoya Lîbyayê Aqîle Salih teqez kir Perlamantoya Erebî biryara perlamantoya Tirkiyê girêdayî şandina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê re red dike.

(şx)


Mijarên Din