Pentagon: Êrîşên Tirkiyê DAIŞ‘iyên girtî rizgar kirin

Wezîrê Parastinê yê DYA‘ê Mark Esber got, êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê "Çekdarên girtî yên terora DAIŞ‘ê" rizgar kirin.

Wezîrê Parastinê yê DYA‘ê Mark Esber diyar kir ku NATO‘yê dê hefteya bê civînekê ji bo girtina tedbîrên doplomasî û aborî li dijî Tirkiyê li dar bixe  û got: “Êrîşên Tirkiyê mîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyê lewaz kir."

Esber operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi "Ne girîng û bê biryar" bi nav kir û got, dibe ku ev operasyon dibe "DAIŞ" a teror vegerîne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê peymanên bazirganiyê yên li gel Tirkiyeyê rawestand û got: "Di demeke nêzîk de ez ê têkildarî rêveberên hikûmeta Tirk ên niha û berê, her wiha kesên ku destekê didin xebatên nearamkirinê yên Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, biryarnameyekê cezayan îmze bikim.”


Mijarên Din