Pentagon: Operasyonên me yên li Sûriyê bi hevkariya QSD‘ê vegeriya mîna berê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Amerîkayê General Kenneth Mackenzie ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî tororê li Sûriyê vergeriya asta berê û got, hêzên Amerîkayê bi domdarî operasyonên hevpar bi QSD‘ê re pêk tînin.

Li gorî rojnameya Washington Post, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Amerîkayê General Kenneth Mackenzie diyar kir ku asta çalakiyên wan ên li dîjî terorê li Sûriyê vegeriya rewşa berê.

Kenneth Mackenzie bi bîr xistin ku hêzên Amerîkî di dema niha  her hefteyekê 3-4 çalakiyên hevpar bi QSD‘ê re li dijî  DAIŞ‘ê bi rêve dibe.

Kenneth Mackenzie diyar nekir ku dê heta kengî hêzên Amerîkayê li Sûriyê bimîne, got: "Bi rastî ez nizanim heta kengî em ê li vir bîminin, ji bilî domandina kar bi şirîkên me re li wir ti agahî li cem min tunene."

General Kenneth Mackenzie di bersiva pirsên rojnamevanan de got: " Hêzên çekdar ên Amerîkî amade ne ku li gorî pêşveçûna pêşerojê, ligel rewşên cûda ên li welatî nêzîk bibe û got: "Niha em girîngiyê didin operasyona tinekirina DAIŞ‘ê bi temamî."

 


Mijarên Din