Pentagon: Her operasyoneke Tirkiyê dê berjewendiyên me yên hevpar têk bibe

Berdevkê Pentagon got, her operasyoneke leşkerî ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî bakur Sûriyê cihê fikaran e û dê berjewendiyên DYA‘yê yên  bi Tirkiyê re têk bibe.

Berdevkê Pentagon Sean Robertson di kongreyeke çapemeniyê de der barê gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê  got "Her operasyoneke ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve jêdera fikaran e û dê berjewendiyên me yên hevpar bi Tirkiyê re yên girêdayî ewlehiya bakurê rojhilatê Sûriyê têk bibe û dê misogeriya binkeftina dayîm a rêxistina DAIŞ‘ê qels bike.

Robertson teqez kir ku Pentagon niha giraniyê dide serkeftina "Mekenîzmeya ewlehiyê" ya girêdayî sînor û wekî rêbaza herî guncaw dibîne.


Mijarên Din