Robertson detayên diyalogên wan bi rayedarên Tirkiyê re eşkere nekir û ji EL-Hura re daxuya kirin ku "Pentagn tîgeha "Avakirina herêma ewle" an "Xeta ewle" li ser sînorê herdu welatan red dike û destnîşan dike ku gotûbêjên di dirêjahiya vê hefteyê de wê berdewam bikin, bi hêviya ku bighêje encamên berbiçav û nêzîk"
Îro Duşemê diyalogên nû di navbera şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi raydedarên Tirk der barê mijara "Herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku tora yekemîn a diyalogan bi dawî bû û dê sibe Sêşemê dewam bike.