Pederson banga rawestandina şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî  ji  bo Sûriyê Geir Pederson îro banga rawestandina şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Reuters bal kişand ku Geir Pederson di hevdîtinên xwe bi wezîrê derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Muelîm re di danûstandinên li Şamê  de mijara êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xiste rojevê.  

Geir Pederson ji Reutersê re got, NY`î ji ber encamên mirovî yên aloziyê gelek bi fikar e û banga "Rawestandina yekser a  kirinên dijminahî" kir.

Ji aliyekî din ve ajansa SANA`yê ya girêdayî rejîmê ragihand ku El-Muelim gotiye êrîşa Tirkiyê temenê aloziya Sûriyê dirêj dike û xebatên pêkanîna çareseriyek siyasî qels dike.

(şx)


Mijarên Din