​​​​​​​Pedersen ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyê bang li Rûsya û DYA`yê kir

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Geir banga pêkanîna danûstandinan li Rûsya û DYA`yê kir da ku şerê ji 9 salan ve berdewam e bidawî bibe. Her wiha got her du hêzên sereke dikarin rolek bingehîn di vê mijarê de bilîzin.

Geir Pedersen got, gelek derfetên windakirî ji bo veguhestina siyasî hene. Piştî wan kêliyên wendayî tundî dîsa destpê kir û helwestên aliyên herêmî û navdewletî yên çalak hişk bûn.

Pedersen wiha domand; Divê ev şêwe dîsa dûbare nebe.

Pedersen her wiha got, ruxmî kêmbûna asta tundiyê lê metirsiyek heye ku dîsa gur bibe. Pedersen destnîşan kir ku bedbiniyek ji xebata siyasî ya ku tu pêşketin ji bo gelê Sûriyê bidest nexist heye.

Pedersen li pêşiya Meclisa Bilind a NY`yê anî ziman ku gelê Sûriyê berdêlê pêşbêrga navdewletî dide. Her wiha Rûsya û DYA`yê teşwîq kir ku tev li diyalogê bibin.

Di dawiyê de got: " Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi xebateke hevpar bi rêveberiya NY‘yê heye. Divê xebat li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya sala 2015‘an hatiye derxistin be, ku tê de nexşerêya aştiyê, destûra nû, rêbazên hilbijartinan diyar dike."

(şx)


Mijarên Din