PDKS, herêma “ewle” ya di bin kontrola Tirkiyê de red dike

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) avakirina herêma “ewle” li Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê red kir û diyar kir ku herêma “ewle” bi sponseriya navdewletî gengaz e.

Dagirkeriya Tirk di çarçoveya berdewamkirina planên xwe yên dagirkeriyê de, di van demên dawîn de gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Hêzên xwe li ser sînor kom kiriye.

Têkildarî gefên Tirkiyê, ajansa me hevdîtinek bi endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Srûiyê (PDKS) yê herêma Serêkaniyê Ebdulhemîd Xelîl re çêkir. Xelîl destnîşan kir  ku ew bi avakirina herêma “ewle” bi sponseriya navdewletî re ne, lê ne bi çavdêriya artêşa Tirk re, ne.

Xelîl diyar kir ku gefên Tirkiyê ne tenê pêkhateya Kurd dike hedef, heman demê de tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî  dike hedef.

Xelîl wiha domand: "Tirkiyê di êrîşên li ser Efrînê de ferq nekir nava mezin û biûkan de. Dewleta Tirk binpêkirinên xwe ji kuştin, revandin, wêrankirin, talankirin, guhertina demografiya herêmê û koçberkirina şêniyên resen didomîne. Bi rêya gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide plana xwe ya dij qanûnên navdewletî temam bike. Mîna ku çawa li Efrînê kir. Dibe ku rewşa rojhilatê Firatê ji ya Efrînê dijwartir be."

‘Li hember tehdîdan berxwedan berbijarka me ye’

Xelîl tekez kir ku eger dagirkeriya Tirk piştî gefên xwe êrîş kir, ji bilî berxwedanê tu berbijêrk li cem gelê herêmê tune ye û wiha pê de çû: “Gelê herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve bi hevgirtina xwe li rex tevgera siyasî dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Xelîl her destwerdana Tirkiyê di bakurê Sûriyê de red kir û got: "Helwesta me ji tehdîdên dewleta Tirk re diyar e. Em her destwerdanek Tirkiyê di herêmên xwe de red dikin. Ji wê zêdetir em bi avakirina herêma “ewle” bi sponseriya navdewletî re ne û nabe bi çavdêriya Tirkiyê be."

Di dawiyê de Xelîl bang li tevahiya aliyên Kurdistanî kir ku yekîtiya tevgera Kurd li Sûriyê çêbikin û divê gelê herêmê li hember gefên Tirkiyê yekdest bin.

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din