PDK’ê li ser sînorê Rojava çeper vedan û çekên giran bi cih kirin  

PDK’ê gaveke xeter avêt û cebilxaneyeke giran li palên Pêşxabûra Deriyê Sînor ê Sêmalka bi cih kirin her weha li vê derê qereqolên nû, nuqteyên leşkerî û çeper ava kirin. 

Pêşmergeyên PDK’ê, li ser girên nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûra miqabilî Deriyê Sînor ê Sêmalka dest bi avakirina qereqol, senger û seytereyên nû yên leşkerî kir. Her weha çeken giran bo senger û seytere, qereqolên nû û kevin hatin bicihkirin.  

Ji Deriyê Sînor ê Sêmalka ve tê xuyakirin ku ji bo herêmê sewqiyata leşkerî berdewam e û çekên giran tên kişandin. PDK sewqiyata leşkerî bo sînorê Rojava dike, bivê nevê pirsa “Gelo amadekariya êrişekê bo ser Rojava heye?” tê hişê mirov, her weha çavdêr vê pêşketinê wek xeleka plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk dibînin û vê hewldanê jî wek plana ambargoya Dewleta Tirk-PDK’ê ya ser Rojavayê Kurdistanê û wek plana dorpêçkirina Rojava tê nirxandin.   

GELO BÛYERÊN 2014’Ê DUBARE DIBIN?

PDK’ê, di sala 2014’ê de li sînorê Başûrê Kurdistan û Rojava xendek kolabûn. Ev helwesta ambargoyê ya PDK’ê, ji aliyê gele Rojava ve ji aliyê bi hezaran kesî ve hatibû protestokirin. Li ser nerazîbûna şêniyan pêşmergeyên PDK’ê, di şeva 14-15ê Nîsanê de gule li şêniyan reşandibû î Mewlid Nezîr Hecî Yunisê 32 salî, gava dixwest di ser Sêmalka re derbasî başûrê Kurdistanê bibe hatibû kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.   

Hem wextî PDK’ê li ser sînorê Rojava xendek kolan, dewleta Tirk a dagirker jî, li aliyê sînor berê xendek vedabûn û paşê jî sînor bi dirêjiya bi sedan kîlometiran dîwar kiribû û Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qetandibû. Îro PDK’ê di sînorê Başûr-Rojava xendekan dikole û sengerên xwe qewîm dike û çekên giran lê bi cih dike, ev hewldana PDK’ê bîra mirov tîne ambargota 2014’ê ya bi hemwextî ji aliyê PDK-ewleta Tirk ve hatiye kirin û bivê nevê vê pirsê tîne bîra mirov, “Gelo planeke nû ya dagirkirina Rojava di rojevê de ye?” 

ANHA


Mijarên Din