PDK'ê ji bo kesên ku dixwazin serdana Başûr bikin biryarên hişk dan

Rêveberiya Deriyê Sînor ê Pêşxabûr li Başûrê Kurdistanê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dixwazin serdana Başûrê bikin biryarên hişk girtin.

Ji zêdetirî salekê ve deriyê sînor ê Sêmalkayê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji ber vîrusa koronayê hatiye girtin. Derî tenê ji bo rewşên nexweş, bazirganî, hin rêxistin û rojnamevan tê vekirin.

Rêveberiya Deriyên Sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya demekê ji nû ve deriyê sînor fermî li pêşberî tevgera şêniyan vekir. Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr jî muhlet da wan.

Beriya çend rojan Rêvebriya Deriyê Pêşxabûr formeke "Hişk" pêşkêşî Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê kir. Ev form ji bo welatiyan bi taybet ên herêma Cizîrê barekî giran e. Ji ber ku agahiyên berfireh ji kesên ku dixwazin serdana Başûr, bi taybet ên nexweşên kronîk bi wan re hene, tê xwestin.

Li gorî Rêveberiya Deriyên Sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê form ji rêveberiya Pêşxabûr re tê şandin, piştî 48 saetan biryara erêkirin an ne erêkirina derbasbûna Başûrê tê dayîn. Ev biryar ji bo şêniyan, bi taybet ên ku ji herêmên dûr tên mîna Kobanê, Şehba û Reqayê tê barek e.

Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr diyar kir ku Rêvebriya Başûrê Kurdistanê ev biryar daye.

Di formê de agahiyên zelal li ser kesên ku dê serdana Başûrê Kurdistanê bikin, jê nav, adresa niha û ya berê, numura telefonê Rojava û Başûr, ol, cihê ku dê serdana wê bike, nûnura telefonê ya kesên ku dê biçe gel wan li Başûrê û sedema zerdanê.

Rêveberiya Deriyên Sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku piştî vê biryarê tevgera çan û hatinê di navbra Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de kêm bûye.

ANHA


Mijarên Din