​​​​​​​‘PDK dixwaze me êzidiyan bê parastin bihêle’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm bertek nîşanî peymana di navbera hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê de da û destnîşan kir ku dê li hemberî hêzên ku dixwazin careke din wan bi xiyanetê re rû bi û bikin, li ber xwe bidin.

Bi sponseriya dewleta Tirk û çavdêriya nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanine Hennis-Plasschaert di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de peymanek hatibû îmzekirin. Li dijî vê peymanê bertekên gelê Şengalê û saziyên demokratîk berdewam dikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm destnîşan kir ku ev peymana ku bi desteka dewleta Tirk pêk hatiye û pê dixwazin careke din gelê êzidî bi fermanan re rû bi rû bihêlin, bi tu awayî li gorî berjewendiyên gelê êzidî nîn e.

EM NE ŞANGALA BERIYA 2014’AN IN’

Heso Îbrahîm got: “Ev peyman, peymaneke sîyasî ye. Em vê peymanê red dikin ku tê de cih nedane nûnerên rastîn ên gelê êzidî û vîna wî. Em ne gelê Şengalê yê beriya komkujiya sala 2014’an in.”

Îbrahîm diyar kir ku di vê peymanê de guh nedane nêrînên gelê Şengalê û pê dixwazin Şengalê dîzayn bikin, her wiha li paş vê peymanê polîtîkayên îslama sîyasî yên dewleta Tirk hene. Îbrahîm destnîşan kir ku haya gelê Şengalê bi vê yekê heye û kesên wekî Qasim Şeşo ku di peymanê de wek aliyek hatiye nîşandan, nirxên gelê xwe difiroşin.

Heso Îbrahîm got gelê Başûrê Kurdistanê jî ji vê peymanê nerehet e û got: “Qasim Şeşo gelê xwe ji bo berjerwendiyên xwe yên şexsî difiroşe, lê tu qedrê kesên wekî wî li cem gelê xwe nîn e.”

BILA PDK DI SERÎ DE LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Îbrahîm komkujiya sala 2014’an a bi deste DAIŞ’ê bi bîr xist û îşaret pê kir ku êzidî ne wekî beriya Fermana 74’an in û PDK’ê hê jî hesab ji çeteyên DAIŞ’ê nexwestiye û tifaqa ku li dijî gelê êzidî pêk aniye, dê wek Rêveberiya Xweser a Şengalê qebûl nekin.

Têkildarî planên PDK’ê yên ji vê peymanê jî Heso Îbrahîm got PDK dixwaze li ser Şengalê serwer be û gelê Şengalê ji vê peymanê aciz e û wiha pê de çû: “PDK dixwaze gelê Şengalê ji hêza xwe ya parastinê bê par bihêle, lê em bi van lîstikan naxapin. Divê PDK di serî de ji me lêborînê bixwaze.”

EM Ê NIRXÊN XWE BIPARÊZIN’

Îbrahîm Heso got berê jî gelek caran daxuyanî dane ku naxwazin rayedarên PDK’ê li ser navê gelê êzidî biryaran bidin û wiha axivî: “Em nahêlin dîsa birînên me dax bikin. Dixwazin me dîsa di nava şerekî de bê parastin bihêlin. Em şer naxwazin lê di rewşeke wisa de em ê bi tevahiya hêza xwe Şengalê û nirxên xwe biparêzin.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Me li dijî van polîtîkayan mafê xwe yê demokratîk bi kar anî û meşeke girseyî li dar xist. Gelê êzidî ji rûdanên dawîn metirsîdar e. Hêzên ku gelê Şengal bi tenê hişt û çûn, îro jî dixwazin hêza parastina gel ku bi îradeya xwe durist kiriye, têk bibin. Em vê rewşê teqez qebûl nakin. Wek Meclisa Xweser a Şengalê em jî li gel helwesta yekpare ya gelê xwe ne.”

ANHA


Mijarên Din