Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan da ku hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin, serî li dozgeriyê da. Ji Tebaxa 2019’an ve serlêdanên parêzeran nayên bersivandin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku sibê miwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve rayedarên dewleta Tirk tu bersiv nedane serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran.


Mijarên Din