Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2'yê Gulana 2019'an de parêzerên xwe dîtin, piştre heman salê di 22'yê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbû parêzerên xwe bibîne.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzer serî li rayedaran didin, lê belê bê bersiv dimînin.


Mijarên Din