Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

 Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan, di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi Ocalan xwe re hevdîtin pêk anîbûn. 


Mijarên Din