​​​​​​​Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç ji bo çûna Îmraliyê û muwekîlên xwe bibînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Raziye Turgut, Ibrahîm Bîlmez û Serbay Koklu di navbeyna 27-29'ê Gulanê de, di rojeke guncan de ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, dîsa serî li dozgeriyê da.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê; Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran  serlêdan kirin. Malbatan xwest bi xizmên xwe re bi telefonê biaxivin.


Mijarên Din