Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtinek bi Ocalan re kiribû. Ji wê rojê ve tu bersiv ji serlêdanên parêzeran re nehatine dayîn.


Mijarên Din