Parêzerên Kobanê ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya kurdî bang kirin

Parêzerên kantona Kobanê ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya kurdî li Sûriyê bang kirin.

Bi navê "Banga parêzerên Kobanê ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya kurdî" Sendîqeya Parêzerên Kobanê civînek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîrên kurdî, kesayetên ji civaka sivîl, endizyar, bijîşk û dermanfiroş li dar xist.

Di civînê de mijarên wekî dagirkirina Tirkiyê ya li bajarê kurdî yên Sûriyê û paşguhkirina doza kurdî di qadên navdewletî de hatin nîqaşkirin.

Beşdaran banga avakirina yekrêziya helwesta siyasî ya partiyên kurdî û dûrketina ji berjewendiyên partiyetî yên teng kirin.

Berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hac Îsa banga yekitiyê li partiyên kurdî kir.

Parêzer Ferhad Baqir got: "Ji bingehê girîngiya yekitiya Kurdî bi taybet di vê pêvajoya çarenûsî de Sendîqeya Parêzeran biryara lidarxistina civînê da ji ber rastiya êşa ku gelê Kurd dişkîne dibînin."

Ferhad got: "Ji bilî yekitiyê ku bijêrk li pêşiya hêz û partiyên siyasî yên kurdî de tune ye, ji ber ku li dijî erdîngariya Kurdistanê de gef hene û çarenûsa vî gelî dixe xeteriyê."

Piştî axaftinan encamnameya civînê hate xwendin.

Encamname wiha ye:

"Bi vexwendina parêzerên Kobanê û bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr û çalakvanên saziyên civaka sivîl, bijîşîk, dermanfiroş, mamoste û endizyar civînek hate lidarxistin. Armanca me ji vê civînê ew e ku em girîngiya didin parastina aştiya navxweyî û serxistina însyatîfên der barê avakirina nêzîbûnekê de yên di navbera aliyên tevgera kurdî de û yekitiya xîtaba wê yê siyasî. Di rewşeke wiha zehmet de ku herêm tê re derbas dibe, ji hemû aliyên wê siyasî, jeosiyasî û ewehî ve ev însyatîf girîng e. Tecrûbeyên giran ên 9 salên dawî de îsbat kir siyaseta takekesî û nepêkanîna mekanîzmeya nêzîkbûyînê, her wiha lihevkirinên û bikarnîna zimanê cûda û dûrketina di navbera aliyên têkildar de biser nakevin. Daxwaza avakirina formeke hevbeş ji bo yekkirina xîtab û nêrînan û avakirina lêvegereke biryarê di hûndirê mala Kurdî de   êdî bûye pêwîstiyek ji bo tevahî beşên civakî û ne tenê girêdayî tevgera siyasî. Divê ev yek bi lihevkirina pêkhateyên din e re pêk were da ku neşxreyeke siyasî niştimanî li ser bingehê "Sûriya ya tevahî sûriyan e" were xêzkirin . Serxistina tecrûbe û nêrîna têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd li Sûriyê dê bandoreke erênî di çareserkirina aloziya Sûriyê de bike.

Ev mijar barê aliyên peywendîdar ên navenda biryarê zêde dike, di encamê de berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê wan ji ber ku şerê têkoşîna siyasî ya gelê Sûriyê bi giştî û pêkhateyê Kurd bi taybet di vê pêvajoya nazik de şerê hebûn û nebûnê ye, an ku şerê man û nemanê ye.

Li ser vê esasî divê hêzên siyasî yên kurdî bi hemû derfet û enerjiya xwe hewl bidin vê însyatîfê bi ser bixin û mijarên biçûk ên li pêşiya doza kurdî derbas bikin, an dê dîrok wê bêdeng bike. Berovajî wê heger ev gav biser bikeve û hêzên siyasî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin dê dîrok li ser bê bi tîpên zêrîn bi nivîsên, di encamê de wefedariya bi xwîne şehîdan û fedekariyên ku hatine danîn îsbat dibe.

Em parêzerên Kobanê, bi heman dirêjbûnê nêzî hemû aliyên siyasî dibin. Em ê erkê xwe di vî warê de pêk bînin û hewl bidin nêzîkbûnê di nêrînan û xebata siyasî de ya di navbera aliyên têkilkdarî çêbikin da ku vê însyatîfê veguherînin rewşeke şînber. Ji ber ku xwe dixin xizmeta vê dozê em bang li tevahî beşên civakê dikin ku dengê xwe bidin me û bêjin ji bilî yekitiya netewî ti rêyeke din nîne, an em ê bibin yek an em bibin yek."

ANHA


Mijarên Din