Parêzerên Herêma Firatê banga teşhîrkirina sûcên dagirkeriyê Tirkiyê kirin

Yekîtiya Parêzerên Herêma Firatê, bang li rêxistinên civaka sivîl û hêzên aktîvît ên li ser erdê kirin sûc û kiryarên terorîstî û jenosîda li ser gelê Bakur û Rojhilatê pêk tê, teşhîr bikin.

Yekîtiya Parêzerên Herêma Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên wê yên der heqê gelê herêmê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê ev tişt hatiye gotin:

‘‘Desthilatdariya dewleta Tirk bi hevkariya çekdarên sûcdar ên ji bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ji dîroka 9`ê Cotmehê ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên berberî pêk tînin. Bi van êriş û kiryarên qirêj dest danîn ser mal û milkên sivîlan û bi awayekî hovane qetilkirin pêk anîn. Her wiha bi awayekî komî û rêxistinkirî, bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê dest bi koçberkirinê kirin, bi anîna komên diz û çekdar li şûna şêniyên wê dest bi guhertina demografî kirin û aramî û ewlehiya herêmên derb kirin, ev ji aliyê tevahiya yasayên navdewletî ve hatine şermezarkirin.

Ekîbên tenduristiyê ku xebatên xelaskirina û rakirina birîndaran dikirin jî, ji sûcên wan xilas nebûn. Ekîba tenduristiyê ya Amerîkî jî hate hedefgirtin û di encamê de endamek şehîd bû û yekî bin jî birîndar bû.

Kuştina li ser nasnameyê, êrişên li ser rêya mavdewletî ya M4 ya her wext û qetikirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef, li ser kiryarên hovîtiya wan nimûneyên eşkere nin.

Em bang li tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên aktîvît ên li ser erdê dikin, van sûc û kiryarên terorîstî û jenosîda der heqê gelê me yê bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên pêkanîn teşhîr bikin. Her wiha em vegera DAIŞ`ê ya bi cilên nû şermezar dikin û daxwaz dikin li hemberî van êrişan rawestin.‘‘

(rr)

ANHA


Mijarên Din