Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Rêzan Sarica ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 22 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayên dayîn. Li ser vê yekê di 22’yê Mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê Cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Nevroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.


Mijarên Din