​​​​​​​Parêzerê Kurd: Tirkiye bi hemû rêbazan siyaseta tirkkirina herêmên dagirkirî dimeşîne

Parêzer Ismet Îbrahîm piştrast kir ku Tirkiye bi siyaseta tirkirinê, guhertina demografiyê û ferzkirina bikaranîna pereyên Tirkiyê li şûna pereyên Sûriyê, hewl dide herêmên Sûriyê yên daigirkirî tev li Tirkiyê bike.

Gavên ku Tirkiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî diavêje, gelek armancan nîşan didin ku pir caran rayedarên Tirk bi xwe jî li ser çapemeniyê behsê kiriye. Li gorî çavdêran, siyasetên tirkkirinê, guhertina demografiyê û koçberkirina şêniyên resen pêşeroja herêmên dagirkirî dixe xeteriyê.

Têkildarî mijarê, parêzer Ismet Îbrahîm wiha dibêje: "Ji destpêka ketina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re, tevî komên girêdayî xwe dest bi dizî, talan û belavkirina tirsê di nava şêniyan de kir. Me dît ku çawa çekdar û malbatên wan ji Xota û Idlibê û di nava wan de malbatên DAIŞ`ê anî û derbasî Efrînê û Serêkaniyê kir. Li Girê Spî jî heman tişt bi armanca guhertina demografiya herêmê pêk hat."

Îbrahîm destnîşan kir ku siyaseta Tirkiyê li bakurê Sûriyê zelal e û got: "Dema ku Erdogan nexşeya Tirkiyê di civînan de pêşkêş dike, di nav de herêmên ji Helebê heta Kerkûkê hene. Ev tê wateya ku Tirkiyê dixwaze van herêman dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike."

Parêzerê Kurd da zanîn ku tirkkirina herêmên Sûriyê bi guhertina demografiyê dest pêk kir ku hîna Tirkiye dewam dike. Her wiha dîrok û şaristaniya wan herêman bi rêya dizî, talankirin û rûxandina şûnwaran hat îmhakirin, zimanê Tirkî li dibistanan hat fezkirin, ala Tirkiyê hat bilindkirin, wêneyên Erdogan û Ataturk hatin daliqandin û bikaranîna pereyên Tirkiyê li şûna pereyên Sûriyê li ser şêniyan hat ferzkirin."

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Ezaz û Babê dagir dike. Her wiha niyetên xwe yên dagirkirina parçeyên din ên xaka Sûriyê û bi taybetî herêmên sînorî eşkere dike, ku çavdêr vê yekê wekî pêkanîna mîsaqê millî bi nav dikin.

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryar û sûcên li herêmên dagirkirî dewam dikin. Tirkiyê li wan herêman bi hemû rêbazan siyaseta tirkirinê dimeşîne.

Pispor hişyariyê didin ku: "Nîşaneyên bi hêz ên niyeta Tirkiyê ku herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike û bi demê re tev li Tirkiyê bike" hene. Pisporan endamên opuzisyonê bi "aliyê ku van kiryaran vedişêr û dinxumîne" bi nav kir.

Li gorî agahiyan û wêneyên ku nûçegihanê me ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê bi dest xistine, artêşa Tirk kiryarên xwe  yên destdirêjî û rûxandina girê dîrokî yê gund dewam dike, ku yek ji şûnwarên herêma Efrînê ye û li başûrê gund dikeve.

Qaşo "hikumeta rizgariyê" ya girêdayî dagirkeriya Tirk li Sûriyê di 16`ê vê mehê de ragihand ku ew dest bi belavkirina nasnameyan li bajarê Idlibê dikin, ku Tirkiyê di çarçoveya lihevkirinên bi Îran û Rûsyayê re li wir hebûna xwe ya leşkerî diparêze. Ev yek wekî hewldaneke zelal a veqetînê xuya dibe, nexasim piştî ku zimanê Tirkî li dibinstanên Sûriyê hat ferzkirin û li şûna lîreya Sûriyê lîreya Tirk hat bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku saziyên dewleta Tirk a dagirker di hefteya borî de biryara bikaranîna lîreya Tirk li hemû herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir dikin, da. Yên bi pereyên Sûriyê didin û distînin jî dê rastî lêpirsînê bên.

(cx)

ANHA


Mijarên Din