Partiyên însyatîfa KNK`ê lidarxistina konferansa yekrêziya Kurd nîqaş dikin

Partî û rêxistinên siyasî yên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên beşdarî însyatîfa KNK – Rojava bûne, di civîna ku niha li Qamişlo tê lidarxistin, reşnivîsa rêziknameya ku ji aliyê komîteya amadekirina rêziknameya însyatîfê hate pêşinyarkirin û pêşinyara lidarxistina konferansa yekrêziya Kurd li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin.

Di çarçoveya hewldanên girîngiya yekrêziya Kurd û însiyatîfa komîteya KNK – Rojava, îro 28 partî û rêxistinên siyasî û kesayetên serbixwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li navenda Buroya Têkiliyên Derve ya Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo lidar dixe, da ku reşnivîsa êziknameya sîstema hundirîn nîqaş bikin.

Di destpêka civînê de, endamê Desteya Rêveber ê KNK`ê Ebdulkerîm Omer xebata civînê zelal kir.

Omer bibîr xist ku ew ê reşnivîsa rêzikname û awayê lidar xistina konferansa ku ji aliyê komîteya amadekar hate pêşinyarkirin, nîqaş bikin û pêşinyaran der barê wê de bigirin.

Îro endama KNK – Rojava Derya Remedan ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku wan di civînên xwe yên asayî de komîteyek ava kirin, erka wê lidarxistina kongre, yan jî konferansekê yan jî civîneke berfireh ji partî û rêxistinên beşdarî însyatîfa KNK`ê bûne û wiha got: "Ev komîte berpirsyariya amadekirina rêznameya şeklê hevdîtina giştî dike û hejmara endaman tesbît bike, her wiha nûnerên çi ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl dibe, diyar bike."

Piştî ku Ebdullkerîm Omer cewherê civînê diyar kir, civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê hate girtin. Tê payîn ku encamên civînê bi rêya daxuyaniyeke devkî li pêşiya dezgehên çapemeniyê piştî civînê  bê eşkerekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 28 partî û rêxistinên siyasî Kurd ku beşdarî van civînên asayî bûn, ev in Partiya: PYD, Kesk a Kurdistanê, Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Roj Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî Kurdistanê, Partiya Yekitî ya Demokratîk Kurd li Sûriyê (Yekitî), Partiya El-Wifaq Demokratîk Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk Kurd Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî), Partiya Çep a Demokratîk Kurd li Sûriyê, Partiya Aştî ya Demokratîk Kurdistanê, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, El-Partî Demokratîk Kurdistanê – Sûriyê, Partiya Hevgirtin a Neteweyî Kurdistanê, Partiya Yekitiya Lîbralî Kurdistanê, Tevgera El-Islah –Sûriyê, Partiya Yekitiya Netewî Azad, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Azadî Kurdistanê ya Azad, Partiya Komara Kurdistanê, Partiya Netewî ya Kurdistanê û nûnerên KNK`ê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din