Partiyên MSD`ê berdewama diyalogên navneteweyî teqez kir

Partiyên siyasî yên di bin banê MSD`ê de piştgiriya xwe ji çalakiyên konê mertalên zindî re anî ziman û berdewama diyalogên dîplomasiyê bi aliyên navneteweyî re teqez kir da ku xwîn neyê rijandin.

Bi berdewama gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çalakiyên konê mertalên zindî li ser sînorê li Serêkaniyê di roja xwe ya 12`an bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Koçerê dewam dikin.

Çalakvanên li kon îro sibehê dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û kiryarên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin.

Îro partiyên siyasî yên girêdayî MSD`ê serdana konê mertalên zindî kir û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û nerazîbûna xwe ji gefên Tirkiyê re nîşan da.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya MSD`ê ya herêma Hesekê Fîdan Xelîl ve hate xwendin. Fîdan Xelîl wiha got:

"Em her cure êrîş û gefên Tirkiyê ji xaka Sûriyê re bi tundî şermezar dikin, bi yekbûna gel me parastina yekbûna xaka Sûriyê kir û rojekê me hewl neda ku em êrîşî cîranên xwe bikin. Lê eger êrîş ser herêmên me ji aliyê Tirkiyê ve bên, em ji raya giştî re teqez dikin ku em bê deng namînin û em ê piştgiriyeke xurt bidin hêzên me QSD`ê.

Em îro di rojên hesas de dijîn û em bi rola xwe ya dîplomasiyê bi hemû hêz û aliyên ku bandora wan hene re radibin, da ku şer çênebe û xwîn nerije. Ji ber ku çanda me çanda aştiyê ye, ne çanda xwînrijandinê ye.

 Li ser vê bingehê em îro li hev civiyan da ku em piştgiriya xwe ji gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî xetereyên heyî nîşan bidin."

Tê payîn ku sibê konê mertalên zindî şêniyên Girkê Legê û Dêrikê dewr bigirin.

ANHA


Mijarên Din