Partiyên kurdî komkujiya Kortekê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir

5 partiyên kurdî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiya li gundê Kortek a ser bi herêma Qendilê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Partiya Komarê ya Kurdistanê li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Netewî ya Azad Rojava -Sûriyê, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi hemû rêbazan siyasetên xwe yên dijberî gelê Kurd didomîne, bi taybet bombebarana rojane ya li dijî herêma Başûrê Kurdistanê, binpêkirinên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê. Hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi van kiryaran qanûnên navdewletî û xaka Iraq û Sûriyê binpêk dike.

Partiyan bal kişandin ser komkujiya ku balafirên şer ên dagirkeriya Tirk roja Pêncşemê 27‘ê Hezîranê li gundên çiyayê Kortek a herêma Qendilê pêk anî bûn, ku di enamên de şehîd û birîndar çêbûn, her wiha rûxandina milkên sivîlan û got, ev komkujî rastiya sûcên dagirkeriya Tirk a li hemberî gelê Kurd diyar dike, her wiha ji civaka navdewletî ya bêdeng dide asta van siyasetên dijber dide xuya kirin, lê dîsa jî civaka navdewletî temaşeya van kiryaran dike.

Partiyan di daxuyaniya xwe de êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Kortek şermezar kir û bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bide û got: "Em ji bêdengiya hikûmeta Iraq û ya herêma Kurdistanê ya li hemberî sûcên rêjîma Tirkiyê matmayî dimînin."

Partiyan her wiha bang li hemû hêzên Kurdistanê, di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo parastina sivîlan dimildest tev bigire û nakokiyên xwe bidin aliyekî û asoyên hevgirtina Kurdî-Kurdî vekin. Partiyan got: "Çalakiyên dijber tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê an jî aliyekî Kurditsanî nake hedef, lê belê hembûna Kurdî dike hedev."

Partiyên Kurdî di dawiya daxuyayê de sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwestin û şîfa lezgîn ji bîrîndaran re xwest.

ANHA


Mijarên Din