‘Partiyên ku yekîtiya kurdan asteng dikin, ên li gor Tirkiyê kar dikin in’

“Pêwîste konferansa yekîtiya Kurd were lidarxistin. Em bang li partiyên Kurd dikin ku berjewendiyên partîtî bidin aliyekî. Partiyên ku beşdarbûna konferansê red dikin û hewl didin wê bi bin bixin, li gorî perspektîvên Tirkiyê kar dikin.”

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê kantona Hesekê Ciwan Îso got ku, her çar parçeyên Kurdistanê rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên. Dewleta Tirk tevahiya gel û pêkhateyên ku li ser axa Kurdistanê dimînin dike hedef û şerê çanda Kurdan dike.

Di çarçoveya van rastiyan de beşên cuda yên civakê, siyasetmedar  û rêveberên hindek partiyan û tevgerên kurdî li bakurê Sûriyê pêwîstiya lidarxistina konferansa yekrêziya refa kurdî  ku tevahiya kurdan tevî nêrînên wan ên siyasî yên cuda li ser masayekê kom bike, tekez dikin.

Girêdayî mijarê ajansa me hevdîntinek bi hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Hesekê Ciwan Îso re çêkir. Îso asta girîngiya lidarketina konferansa yekîtiya Kurdan destnîşa kir û yekîtî wek gavek stratejîk û çaranûsî ji gelê Kurd re hesiband.

‘Kongre ji bo yekîtiya û dayîna aliyekî ya berjewendiyên partîtî giringe’

Îso di destpêka hevdîtinê de got: “Di vê pêvajoya guhêrok de, Partiya Yekîtiya Demokratîk di serê partiyên ku gav ji bo piştgiriya yekîtiya Kurd avêtin de, bû. Helwesta wê diyar û neguhêrbar bû. Ji bo lidarxistina konferansa yekîtiya Kurdan, pêwîst e xebatên hevbar û berfireh di navbera tevahiya partiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd de hebe.”

Îso banga bilezkirina lidarxistina konferansê kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku pêvajoya herêm tê re derbas dibe hesas e, bi taybet her çar parçeyên Kurdistanê di bin gefên Tirkiyê yên domdar de ne. Lidarxistina konferansê di radeya yekemîn de erkek wijdanî, mirovî û neteweyî ye. Divê tevahiya partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û tevahiya çînên civakê piştgiriya vê gavê bikin. Ji ber ku ew  ji bo jinûve  avakirina yekîtiya Kurd wek gavek çaranûsî tê hesibandin. Divê hesabên xwe yên partîtî yên teng bidin aliyekê û girîngî bidin berjewendiyên giştî. Divê ji tevahiya ajandeyên derve yên ku hewl didin bi tevahiya rêbazan astengî û parçebûnê dînin navbera partiyên kurdî û kurdistanî de, dûr bikevin."

‘Partiyên ku beşdarî nabin li gorî ajandayên derve kar dikin’

Girêdayî hindek partiyên ku hewl didin konferansê bi bin bixin û ji banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re nabin bersîv, Îso got: "Kesayet, alî û partiyên siyasî yên ku derveyî vê çarçoveyê kar dikin, bi aliyê dijber re koordîne dikin û li gorî ajandeyên wê kar dikin. Ji bo ku beşdarî konferansê nebin. Astengiyan didin pêşiya vê gavê û projeya stratejîk a ku ji tevahiya gelê Kurd re girîng e. Dixwazin projeya ku Rêberê navneteweyî Ocalan pêşkêş kiriye, asteng bikin.”   

Îso ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Hemû dizanin ku hindek partiyên siyasî yên Kurd hene, bi taybet ENKS, ji ber pêkanîna perspektîvên ajandeyên derve di serî de dewleta Tirk, heta vê kêliyê lidarxistina konferansê red dikin."

Îso di berdewama hevdîtinê de bang li tevahiya partî û aliyên siyasî kir ku helwestên xwe diyar bikin û got: “Ji ber ku lidarxistina konferansa çaranûsî ji gelê Kurd re pêwîst e. Da ku peyamekê bidin civaka navdewletî û pergalên serdest li herêmê, ku partiyên siyasî yên Kurd  bi hêz in, yek in û doza wan yek e. Ew jî doza gelê Kurd e."

Di dawiyê de hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Hesekê Ciwan Îso pêwîstiya çareserkirina tevahiya dozên herêmê tekez kir û got: "Da ku em bibin hîmek sereke ji bo guhertina van pergalan û ji bo vedîtina hawîrdorek demokratîk li herêmê bi giştî."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din