‘Partiyên di bin sîwana ENKS’ê de beşdarbûna Konferansa Yekîtiya Kurdî red dikin‘

Çavkaniyekî pê bawer diyar kir ku partiyên di bin sîwana ENKS‘ê de tevdigerin beşdarbûna Konferansa Yekîtiya Kurdî red dikin. Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê jî heta niha bersiva vexwendnameya beşdarbûnê nedaye.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya şaxê Rojava (KNK- Rojava) ji bo avakirina yekîtiya aliyên Kurd û lêvegereke siyasî ya hevpar ji hemû partiyên Kurd ku karibe ji her êrîşê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê re bibe bersiv, bênavber dixebite.

Komîteya KNK‘ê bi armanca ku atmosfêreke diyalogên Kurdî-Kurdî peyda bike û helwesteke niştimanî ava bike, ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwest ku partiyên neruxsetkirî buroyên xwe vekin. Rêveberiyê  banga KNK‘ê pêk anî. Lê dîsa partiyên di bin sîwana ENKS‘ê de buroyên xwe venekirin û Rêveberiya Xweser bi sedema astengkirina xebatên xwe tewambar dikin.

Destê wan di dagirkirina Efrînê de heye

Çavkaniyekê pê bawer ku agahiyên wê li ser civînên di navbera Komîteya KNK û partiyên Kurd de hene, diyar kir ku partiyên di bin sîwana ENKS‘ê de beşdarbûna konferansê red kirin. Ew partî ev in; Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê, Partiya Yekitî ya Kurdistanê ku di bin sîwana Koalîsyona Sûriyê ya Opozisyonê de tevdigerin û beşdarî dagirkirina Efrînê bûne.

Çavkanî destnîşan kir ku Partiya Pêşverû a Demokratîk a Kurd li Sûriyê jî heta niha bersiva vexwendnameya beşdarbûnê nedaye. Komîteya têkiliyan a KNK‘ê gelek caran bi partiyên ENKS‘ê re hevdîtin çêkirine û însyatîfa yekîtiya nêrîna Kurd pêşkêş kiriye. Lê ev partiyane însyatîf qebûl nekirin, di heman demê de nexwestin careke din komîte serdana wan bike û bi wan re bicive.

Di heman demê de KNK- Rojava  gelek caran serdana buroya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê kir, wê jî heta niha ti bersiv derbarê beşdarbûna konferansa yekîtiya Kurdî de nedaye.

 Di 27‘ê Hezîrana borî de “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” (ENKS) bi serkêşiya “Partiya Demokratîk û Partiya Yekitî ya Kurdistanê” bi MÎT re hevdîtin kiribû. Di hevdîtinê de biryara teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wekî “terorst” û radestkirina rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo ENKS‘ê hatibû standin.

MÎT hewl dide "Hikûmeta Rojhilatê Firatê" mîna "Meclisa Herêmî ya Efrînê" ava bike.

Endamên "Meclisa Herêmî ya Efrînê" di wê demê de ji gelek kesayetên ENKS‘ê mîna Ebdulhekîm Beşar, Kamîran Haco û Azad Oso pêk dihat. Piştî ku di 18’ê Adara 2018’an Efrîn ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat dagirkirin, mecilsa behsa mijarê veguherî "Meclisa Rizgarkirina Efrînê" û rola ENKS‘ê hat paşguhkirin.

Çavkaniyekî tabyet ji ajansa me re diyar ki ku kesekê bi navê Munzur El-Selal, ku serokê "Komîteya jinûve avakirina ewlehiyê li parêzgeha Helebê" ye di dawiya meha Hezîrana derbasbûyî de belgeyek  serokê Buroya Têkiliyên Derve ya ENKS‘ê Kamîran Haco kir. Belge ji gelek pêşniyaran pêk tê, jê; destekdayîna bi şaneyên veşartî yên ser bi çeteyên Tirkiyê li herêmên ku QSD‘ê di demên dawî de ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirine.

Munzur El-Selal 30‘ê Tîrmeha 2018‘an ji rojnameya Ahval a Tirkiyê re têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re eşerke kir û got: "Em bi Tirkiyê re di nava têkiliyên xurt de ne. Ji ber ku hikûmeta Tirk di herêmê de çalak e û xizmetê pêşkêş dike. Derbarê deriyê sînor jî de em alîkariyê ji hikûmeta Tirkiyê digirin. Ti pirsgirêkên me bi hikûmeta Tirkiyê re tinene. Ji ber ku em rêxistineke serbixwe ne. Ew li beramberî karê me rêzdar in û me wekî beşek ji opozisyona Sûriyê dibînin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din