Partiyeke afganî nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk da

Partiya Hembestgî ya Afganistanê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endamên Partiya Hembestgî ya Afganistanê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya partiyê çalakiyek li dar xistin û daxuyanî dane.

Seroka Partiya Piştgiriya Gelan a Afganistanê Selay Ghaffar daxuyanî xwend û ev tişt got:

"Êrîşê faşîst Eredogan (DAIŞ a Serdemê) û hevkarên wê ku bi behaneya herêmên ewle li ser navê "Kaniya Aştiyê" bi rêve dibe, lê di rastiya xwe de ev kaniya xwînê û cînayetê ye.

130 hezar kes ji warên xwe derketin û bi sedan şehîd û birîndar hene. Ev Êrişa hovane raya giştî û gel di astêkî bilind daye nişandan,  lê ji ber ku emperyalîst û NATO bi xwe parêzvanî û piştgîrya terorîzam dikin, bêdeng in û temaşavan in. A ku cihê şerme ev e ku Pakistan jî bû yek ji wan terorîst diparêzın û ketin bin lingê Erdogan.

Kuştina hovane ya gelê sivîl û qetîama jin û zarokan, şehîdxistina Hevrîn Xelef bi destê DAIŞ Tirk li hemû cîhanê deng veda û dilê her kesî êşand. Lê diyar e ku ti tiştek nikare îradeya şervanên (Kurd, Ereb, Asur û Suryan) bişkîne. Şervanên herêmê bi hemû hêza xwe gelê xwe diparêzin.

Binkeftina Erdogan di hilbijartinên dawî de diyar bû, ji ber ku hêza duyemîn a NATO‘yê texmîn kir ew ê di du rojan de bikare Rojava dagiar bike, lê belê berxwedana YPG, YPJ û QSD‘ê xewna wî xirab kir.

Nasnameya Erdogan di welatê me de jî nasnameya tarî ye, têkilîya wî bi (Golbedîn) a ku ji Erdogan ne cûda ye, yek ji dostên Amerîkayê ne, wî diyar dike ku dagirker ku derê bin ew ê destê wan bi hev re ye.

 Di wan rojên ku şervanan li dijî DAIŞ şer dikirin, hemû hewldana Erdogan bihêzkirina destê DAIŞ bû. Lê niha di êrîşa hovane ya ser Bakur û Rojhilata Sûriyê hewl dide ku careke din hevalbendê xwe zindî bike da ku bighêje xeyalê dagirkeriyê.

Gelê Afganistanê ji şervanên Kurd dersê berxwedan fêr bibin ku çawa li hember dagirkeran biseknin, wek ku hunermenda efganî (Mesûd Hesenzade ) dibêje, jin û mêren şerker ku tenê hevalê wan çiya ne, pêwîstiya wan bi dilşewtandin nîne, lê belê pêwîstiya wan bi yekgirtin û şiyariya gelan heye.

Em jî wek gelê Afganistanê wek wan şiyar bin û zincîrê xwe biqetîninn, em pêwîstiya xwe ya herî zêde bi şervan û gelê we ya azad dibînîn, ji ber ku di wî cîhana tarî ku her kes raza ye, ev gelê ku hêvî ya gelan e, şiyar e, gelê kurd e.

Êrîşa li ser Rojava bi destê Amerîkayê bû, ev înxanet di dîroka wan de dûbare dike. Amerîka di dîroka xwe de tenê dikare bi hêzên tarî û dagirkran re dostanî bike û hêzên şoreşger û gelan tine bike, her tim pêşengtiya vê yekê dike.

Partiya Hembestgî ya Afganistanê ku yek ji armancên me parastina şoreşa gelên azadîxwaz ên cîhanê ye, li kêleka hemû eniyên ku ji bona yekgirtina gelan têkoşînê diin xwe dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo êşên hevbeş a gelan têkoşîna hevpar pêwîst e."

ANHA


Mijarên Din