Partiya Yekitiya Suryan banga vekişîna artêşa Tirk kir

Partiya Yekitiya Suryan bang li civaka navdewletî kir ku li dijî mudaxeleyên leşkerî yên dewleta Tirk bisekinin û got "Wek gelê Suryan û Aşûr em hebûna dewleta Tirk li herêmê wek tehdîdekê dibînin. Lewre em piştgiriya agirbestê dikin û banga pêwîstiya vekişîna artêşa Tirk ji tevahiya axa Sûriyê dikin."

Partiya Yekitiya Suryan daxuyaniyek girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê û agirbestê da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

“Zextên navdewletî roleke mezin di agirbesta 5 rojan de û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst. Lê dewleta Tirk agirbestê binpê dike û êrîşên xwe li ser bajarê Serêkaniyê berdewam dike.

Bajêr bi hewcedariya derbasbûna rêxistinên mirovî ye ji bo alîkariya sivîl û birîndarên ku di bajêr de asê mane, pêşkêş bikin. Lewra em piştgiriya dengên ku banga pêwîstiya pêkanîna Tirkiyê agirbestê û vekirina korîdora mirovî dikin. Wek Partiya Yekitiya Suryan em piştgiriya agirbestê dikin, banga vekişandina artêşa Tirk a dagirker ji tevahiya axa Sûriyê yên ku dagir kirine, dikin û vegera tevahiya koçberan ji herêmên xwe re dikin. Her wiha bang li civaka navdewletî dikin ku bi cidî li hember her mudaxeleyeke leşkerî ji hêla dewleta Tirk ve bisekinin. Ji ber ku dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê gelên herêmê qir dikin.

Wek gelê Suryan û Aşûr em dibînin ku hebûna dewleta Tirk li vê herêmê tehdîdek e. Lewre em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku biryaran bidin û rejîma Tirkiyê ji ber sûcên ku der heqê gelê Sûriyê de kirine, muhasebe bikin. Her wiha nehêlin projeya xwe di qutkirina axa Sûriyê de, qirkirina gelên me de û guhertina demografiya herêmê li gorî îdeolojiya pergala desthilatdar a Tirkiyê  berdewam bike.

Em dibînin ku her mudaxeleyek ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li herêmê dê yekser bandorê li vejandina rêxistinên terorîst li herêmê bike, bi taybet DAIŞ`ê. Yanî dê encamên wê trajedîk bin û dê bi awayekî neyînî ne tenê li Sûriyê û Rojhilata Navîn, lê belê li tevahiya dewletên cîhanê bike.”

(şx)


Mijarên Din