Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Tebqayê kongereya xwe li dar xist 

Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Tebqayê kongereya xwe ya yekem li dar xist. Serok, cîgir û 25 endamên partiyê hilbijart.

Bi dirûşmeya "Sûriyeyeke demokratîk ne navendî…spandina Rêveberiya Xweser e…xurtkirina QSD ye", Partiya Sûriya Pêşerojê kongereya yekem li avahiya navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar xist.

250 delegele, siyasetmedar, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên eşîrên herêma Tebqayê, amade bûn.

Kongere bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre perespektîfên meclisa giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji hêla endamê partiyê  Abdullah El-Mebrûk ve hate xwendin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan rewşa siyas nirxand û got: "Şer û nakokiyên ji bo berjewendiyan li  qada Sûriyê û navdewletî dide xuyakirin ku dewletên mezin li ser serweriya cîhanê şer dikin û hewl didin ku wê ji nû ve parçe bikin".

Her wiha diyar kir ku teror belav nedibû eger tu piştgiriyên herêmî û navdewletî ji wan re nehatiba dayîn û got: "Dewleta Tirk ji wan dewletan e ku piştgiriya çeteyan kiriye û herêmên Sûriyê parçe kiriye û hê jî hewl dide ku serweriya xwe li Lîbya, Iraq û Yemenê berfirhtir bike."

El-Qeftan, destnîşan kir ku li dijî rêjîmên ku pişgiriya terorê dikin, divê NY û civaka navdewletî erka xwe bi cih bînin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya axaftina xwe de got, partiya wan wê bibe deriya çareseriyan siyasî ya bi rêya dyaloga sûrî-sûrî. Her wiha îşaret bi girîngiya diyaloga kurdî-kurdî kir da ku rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîzin .

Ji bo birêvebirina kongereyê, endamên dîwanê hatin hilbijartin.  Rapora xebatên du salên yên partiyê ya şaxê Tebqayê hate xwendin û derbarê de nîqaş hatin kirin.

Di encamên hilbijartinê de, Zehra El-Hemada bû serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Tebqayê û Mihemed El-Layêh weke cîgirê wê hate hilbijartin, her wiha 25 endam hatin hilbijartin.

Kongere bi xwendina encamnameyê ji hêla serokê partiyê ya şaxê Tebqayê ve hate xwendin bi dawî bû. Di encamaneyê de bal hate kişandin ser girîngiya diyaloga sûrî-sûrî  û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û parastina yekitiya xaka wê .

(rm)

ANHA


Mijarên Din