Partiya Pêşerojê ya Sûriyê panelek li Kobanê lidar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi beşdarbûna hiqûqnas, siyasetmedar û endamên saziyên civaka sivîl panel li Kobanê lidar xist.

Di panela ku li hola Ronyar a bajarê Kobanê hate lidarxistin de 3 mijar hatin nîqaşkirin; destûr û forma wê, nenavendîbûn, pergalên hakim û diyalogên sûrî-sûrî û yekrêzî.

Panel bi danyîna semînerekê li ser destûrê û madeyên wê yên qanûn ji aliyê parêzer Umer Etê ve dest pê kir.

Umer Etê anî ziman ku di destûra Sûriyê de diyar dibe ku divê rêveberiyeke nenavnedî lê kesên li ser destûrê disekin madeyên wê pêk neanîn.

Beşdaran nêrîn û pirsên xwe yên li ser mijara destûrê anîn ziman. Parêzer Ferhad Baqir bal kişand ku bi navê olî û etnîkî bi şoreşa Sûriyê hate lîstin û behsa hewldanên dawî yên amadekirina destûra Sûriyê li derveyî xaka wê û bê beşdarkirina hemû pêkhateyên wê kir.

Di panelê de girîngiya avakirina yekitiya kurdî hate destnîşan kirin. Hate gotin ku divê levegereke siyasî kurdî li Sûriyê were avakirin ku nûnertiya hemû partiyên siyasî yên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ferhad Baqir got: "Komên tundraw li pey xwe bi sedan kuştî, birîndar û kesên windayî hiştin. Divê birayên Ereb rewşa jeosiyasî ya heyî baş bixînin. Çareserkirina doza kurd li Sûriyê wekî doza gelekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî li gorî lihevkirineke siyasî raseqîn pêwîstiyeke."

Şahîn Elî semînerek li ser pergalên hakim û pergala serokatî da.

Şahîn parlaman pênase kir, girîngî, hîm û pêwîstiyên pergala parlamantoyê şîrove kir, ferqên bingehên di navbera pergala serokatî û pergala parlamanto de diyar kir. Her wiha  berpirsyartiyên hikûmetê di pergala parlamantoyê de destnîşan kir û got, her hikûmetek ku baweriya wê li gel parlamantoyê nemîne divê îstîfa bike.

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn