Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Li Dêrazorê civînek girseyî lidar xist

Bi dirûşma "Ber bi Sûriyeke demokratîk, pirrengî nenavendî" Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê civîneke girseyî li herêma Şiêtat li dar xist. Civîn bi armanca danasîna armancên partiyê û girîngiyia yekitiya xak û gelê Sûriyê di çarçoveya rêveberiyeke ne navendî de li dar ket.

Di civînê de ku ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ve ya şaxê Dêrazorê ve lidar ket, bi dehan şênî, rûspî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên meclisa gel a Hecînê û meclisa Zîban, Meclisa Gel a Bisêra û Meclisa Şiêtat amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef axivî, sîstema nenavendî ya rêveberî şîrove kir: "Sîstem navendî ne li gorî gelê Sûriyê ye, şêniyên Dêrazorê divê ew biryara xwe bidin û rêveberiya hermêên xwe werbigirin, em hemû li ser xaka Sûriyê ne divê em di çarçoveya sûriyeke yekbûbyî û sîstemeke ne navendî bibin yek, wê demê em ê bêjin ku şoreşa Sûriyê gihiştiye guhertinê ku dikare azadiyê ji gelê Sûriyê re pêk bîne."

Hevrîn Xelef diyar kir ku bêyî projeya biratî, sîstema pirreng a nenavendî aştî li Sûriyê ne pêkan e û wiha got: "Divê em hevgirtina xwe xurt bikin û welatê xwe biparêzin. Em li sedemê derketina şoreşa Sûriyê vegerin ku di du peyvan de diyar dibe azadî û demokrasî."

Tê payîn ku dê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di demên pêş de li gelek deverên gundewarên Dêrazorê mîna vê civînê li dar bixe.

ANHA


Mijarên Din