Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya Helebê li dar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê kongreya xwe ya yekemîn li taxa Şêxmeqsûd bi tevlêbûna bi dehan şênî û kesayetên serbixwe li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê bi dirûşma “Sûriya demokratîk û nenavendî spandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk” kongreya xwe ya yekemîn li taxa Şiqeyf a bajarê Helebê li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, sazî û meclisên sivîl tevî kesayetên nîştimanî û serbixwe tev li kongreyê bûn.

Berpirsê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê Mihemed Hecî Mistefa di kongreyê de perspektîvên Meclisa Giştî ya partiyê xwendin.

Paşê serokê giştî yê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û behsa armanc û rêgezên partiyê kir. El-Qeftan bi bîr xist ku partî, wek hêzeke xurt parêzvana xewnên gel di rizgariya ji zordestiyê û bidawîkirina aloziyê de hate damezirandin.

El-Qeftan got: “Divê em hemû xebatên xwe zêde bikin ji bo ku fikr û rêgezên partiya xwe belav bikin. Da ku Sûriyeya pêşerojê li ser bingehên demokratîk, pirreng û nenavendî ava bikin û şopdarên şehîdan bin.”

Endama rêveber a partiyê Xalîde Ebdo rapora rêxistinî ya du salan xwend.

Di dawiya kongreyê de Mihemed Hec Mistefa wek serokê şaxê Helebê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Merwa Qoniye wek cîgir hatin hilbijratin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din