`Partiya Pêşerojê ya Sûriyê cihê diyarkirina pirrengiya siyasî ye`

Şêxê eşîra Mişrafa ya gundewarên rojhilatê Humisê Yasir El-Rbî got: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bûye cihê ku pirrengiya siyasî ya Sûrî diyar dike. Em bang li gelê Sûriyê dikin ku li hemberî projeyên derve hişyar bin û çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibînin.”

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelek eşîrên Ereb ên hundirê Sûrî re bûye cihê ewlehiyê. Eşîr tev li  şerê li dijî çeteyan bûn û gelek zarokên wan jî tev li QSD`ê bûn ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di navde digrin. Her wiha zarokên eşîran bi rêya tevlîbûna ji xebatên siyaysî, rêveberî û tevlîbûna ji partiyên siyasî re weke Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, tev li jiyana siyasî bûn.

Şêxê eşîra Mişarfa ya gundewarên rojhilatê Humisê Yasir El-Rebî ji ANHA`yê axivî. El- Rebî bal kişand ser girîngiya Partiya Pêşerojê ya di jiyana siyasî ya Sûrî de û got: “Divê çareseriya aloziya Sûriyê dûrî destwerdan û ajandeyên derve be. Berjewendî û destwerdanên derve û hebûna milîsên biyanî li Sûriyê, temenê aloziyê dirêj kirin. Ev yek zextê li ser gelê Sûriyê çêdike. Divê niha ev hêz werin derxistin.”

Yasir El-Rebî axaftina xwe wiha domand: “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê rûyê siyasî yê xwestekên gelêrî ye. Pirsgirêka Sûriyê ber bi çareseriyek demokratîk ve dibe. Xwestekên hemû gel û pêkhateyên Sûriyê pêk tîne. Gelê Sûriyê dixwaze ev alozî bi dawî bibe, koçber vegerin warên xwe û yekîtiya axa Sûriyê çêbibe.”

Di dawiyê de Şêx Yasir El-Rebî, ji ber ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, spasiya QSD`ê û saziyên ewlehiyê kir.

Tê zanîn ku li bajarê Reqayê buroyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxên bajarên hundirîn ên Sûriyê weke herêma Navîn û şaxê bajarê Idlibê, hene.

(bx)

ANHA


Mijarên Din