Partiya Pêşerojê ya Sûriyê çalakiya xwe ya li Reqayê bi dawî kir

Çalakiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ku îro sibehê li Reqayê li dar ket, bi axaftina sekretera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef bi dawî bû. Hevrîn Xelef destnîşan kir ku QSD dikare parastina gel û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Di çalakiya çandî de ku li Lîstikgeha Beledî li navenda bajarê Reqayê bi dirûşma "Bi biratiya gelan wekî çawa me DAIŞ têk bir, em ê li pêşiya dagirkeran jî bisekinin" sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef axivî û bixêrhatina mêvanên ku ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibûn, kir. Hevrîn destnîşan kir ku QSD dikare parastina gel û xaka xwe ji terorê bike û dikare li pêşiya hemû cureyên dagirkeran bisekine.

Hevrîn destnîşan kir ku piştî çend rojan dê şêniyên Reqayê duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin û got: "Dema em vê hevgirtina gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê li vir li ser xaka Sûriyê dibînin, ew yek encama têkoşîna salan a li dijî desthilatdariyê ye û ev têkoşîn li dijî zordestî û dûrxistinê heta pêvajoyeke din ji pêvajoyên têkoşînê dewam kir ku bi serkeftina li dijî terorê encam da."

Hevrîn Xelef di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hîna Tirkiye gefên xwe li ser herêmên ewle û herêmên aştiyane didomîne, gefên dewleta Tirk ku bi nûnertiya AKP`ê û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêk tên, îro em dibêjin em ji berxwedanê re amade ne û tu rêyên dagirkirina dewleta Tirk qebûl nakin."

Hevrîn Xelef diyar kir ku gelê Sûriyê yê ku divê çarenûsa xwe diyar bike û ew yê ku destûrê dinivîse, paşguhkirina 6 milyon gelê Sûriyê dibe sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê, ji ber ku ev destûr nûnertiya gelê Sûriyê dike.

Di dawiya çalakiyê de, komên muzîkê yên Reqayê stranên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din