Partiya Pêşerojê û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî çalakiya mertalên zindî bûn

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê di navbera kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de bûn. Nûnerên partiyê gotin ew şer û wêrankirinê naxwazi û aştiyê li ser here tiştî digirin.

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantona Girê Spî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji bo şermezarkirina gefên dawîn ên Tirkiyê yên êrîşkirina li ser herêmê di roja 11‘an de didome.

Rojane bi sedan şêniyên kantona Girê Spî ji Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Tirkmen û li rexê jî sazî, partiyên kantonê û rûspiyên êlan tevlî çalakiyê dibin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran pankartên bi nivîsên "Sûriyê bi xak û gelê xwe yek e", "Avakirina dewletê li ser serweriya qanûnê" û "Raperîna li dijî destpotîzmê û serweriya giştîkirinê" vekiribûn.

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Sebrî Nebo ye ku beşdarî çalakiya mertalên zindî bû wiha axivî: " Çalakiyên me yên li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xaka me berdewam in. Biryara me ya dawîn berdewamiya çalakiyên mertalên zindî ye da ku ji tevahî cîhanê re raber bikin ku em bangewazên aştiyê ne û ne yê şer in. Hêzên leşkerî tenê ji bo parastina me heye û ne ji gefxwarina li tu kesî re heye."

Nebo tekez kir ku ew ê parastina maf û hebûna xwe bikin û got, ev mafên wan ên xwezayî ne ku bi hezaran ji bo parastina hebûna xwe şehîd dan.

Piştre rêvebera Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Girê Spî Zehra El-Wês daxuyaniyeke bi navê partiyê xwend û ev tişt tê de hat: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji rêgez û hîma gelêrî li Girê Spî ala ji aştiyê re erê û ji şer û wêrankirinê re na hildide. Em zimanê payebûnê yê Tirkiyê û dijminahiya wê ya ji bo xak û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi ewle şermezar dikin. Herêm bi saya kedên ciwanên Sûriyê jî cihê herî ewle ye."

Zehra di daxuyaniyê de diyar kir ku ev metoda dijminatî mîna vejandina damarên DAIŞ’ê, derbkirina zanist û belavkirina krîz, wêrankirin û perçiqanina projeya demokratîl li herêmê bi nav dikin.

Rêvebera Buroya Jin a Partiya pêşeroj a Sûriyê li Girê Spî daxwaza ji civaka navdewletî û di serî de Koalîsyona Navdewletî kir ku li hember dijminatiya Tirkiyê ya kujer a ku destdirêjî li sivîlên ewle û mirovahiyê derb dike, bisekinin ku bi wê re hemû qanûn û rêzgezên mafên mirovan bin pê dike.

Piştre bi navê Meclisa Sivîl a Tebqayê Edanan Elêwî axivî û anî ziman: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in, ferq û cudahî di navbera pêkhateyên gelê me de tine ye, em hemû Sûrî ne destwerdana Tirkiyê red dikin."

Elêwî aşkere kir: "Siyaseta Erdogan a bêserûber nîşaneya binkeftinê ye. Amadekariya leşkerî ya li ser sînor ew e ku gelê Tirkiyê bi doz û pirsgirêkên derveyê sînorê welatê wan re mijûl bike."

Çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Girê Spî û kantona Kobanê yên li ser sînor Sûriyê û Tirkiyê yên şermezarkirina gefên Tirkiyê yên dawîn berdewam in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din