Partiya Pêşerojê dê têkildarî mekanîzmaya ewlehiyê û komîteya destûrê nêrîna xwe eşkere bike

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê sibe têkildarî komîteya destûrê ya ku dê bê avakirin û li rexê jî pêşketinên girêdayî mekanîzmaya ewlehiya sînor, nêrîna xwe bîne ziman.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê sibe şahiyekê ji şêniyên bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar bixe. Dê di şahiyê de serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan û sekretera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef biaxivin.

Dê axaftin der heqê fikrên partiyê, armancên wê û pêşketinên siyasî yên li Sûriyê de, bi taybet di warê mekanîzmaya ewlehiya sînor de ya di navbera QSD û Tirkiyê de ya bi navbeynkariya DYA’yê pêk bên.

Li aliyekî dîtir jî dê li ser mijara komîteya destûrê ya ku hê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de hatiye paşguhkirin ku serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm bi bîr xistiye, axaftin bên kirin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din