Partiya Nûjen û Demokratîk teqînên duh şermezar kir

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê teqînên duh li Hesekê û Qamişlo rû dan şermezar kir.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û teqînên ku duh li bajarê Hesekê û Qamişlo rû dabûn şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca van teqînan tenê ew bû ku xelkê bitirsînin û ziyanê bidin şêniyên ku destekê didin projeya Rêberiya Xweseriya Demokratîk û hate gotin: "Kesên li pey van teqînan, çi terorîstên DAIŞ bin an jî ajanên hêzên herêmî û navdewletî bin tecrûbeya Rêberiya Xweseriya Demokratîk wekî xeteriyekê li ser desthildarî û nejadperestiya xwe dibînin."

Partiya Nûjen û Demokratîk her wiha got: "Sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin israra pêkhateyên herêmê ya destekdayîna bi projeya civaka demokratîk û modernîteya demokratîk zêde dike.

ANHA


Mijarên Din