Partiya Nûjen û Demokratîk banga berxwedanê kir

Meclîsa Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê di daxuyaniyekê de got, Tirkiyê bi awayekî qirêj îxanetê bi şoreşa Sûriyê re dike û hewl dide şoreşê ji hev bixe. Partiyê banga berxwedanê li pêkhateyan kir.

Meclîsa Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê li ser gefên dewleta Tirk ên  êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Tecrûbeya Rêveberiya Xweser ne encama îradeyên derve dest pê kir, lê belê nûnertiya hêvî û serkeftina îradeya gelê herêmê di wekhevî, azadî û rumetê dike. Ew bi xwe rûyê şoreşa me ya pêkhatiye ye.

Di demên derbasbûyî de, Tirkan îxanet bi şoreşa Sûriyê kir û bi tenê li hemberî tawanên rejîmê hiştin, îro jî bi awayekî qirêj hewl dide wê ji hev bixe û qels bike û aliyên tundrew yên bi derve ve hatine girêdan bihîne û li şûna wan hêzên azadiyê, wekheviyê yên pêşketî hêzên îradeya serbixwe bicih bike.

Şêniyên me yên Ereb, Kurd, Asurî û Suryan , hemû pêkhateyên li ser vê xaka azad li hemberî Tirkan û alîgirên wan li ber xwe bidin û parastina tecrûbe û îradeya xwe bikin. Dagirkeran ji nav bibin û şerê hebûnê li dijî dagirkeran rabigihînin, heta nefesa dawî li ber xwe bidin û li her bajarekî , li her kolanekî û malekî li ber xwe bidin, ji ber ku berxwedan jiyan e."

(rr)

ANHA


Mijarên Din