Partiya Komunîst a Lubnanê banga sekna li hember êrîşên dewleta Tirk kir

Buroya Siyasî ya Partiya Komunîst a Lubnanê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi hewldana dagirkeriyê şermezar kirin. Partiyê diyar kir ku bi wê re jî yekser gefê li pêşeroja Sûriyê bi hedefa parçekirinê dixwe, her wiha herêmê parçe dike û serweriya wê di bin projeya Rojhilata Navîn a nû de dike.

Daxuyaniya Partiya Komunîst a Lubnanê îşaret pê kir ku êrîşên dewleta Tirk di bin komploya Amerîkayê, aliyên navdewletî yên bi hedefa pêkanîna vê projeyê û astengiya li hember çareseriya siyasî ya li Sûriyê bi zêdekirina bûyerên kuştin û tevliheviya li herêmê ne.

Partiya Komunîst a Lubnanê bang kir ku divê ne tenê şermezarkirina siyasî, gelêrî û fermî yên navdewletî û erebî ji vê êrîşê re hebe, lê divê piştevanî û hembêzkirina tişta ku li hember vê êrîşê bisekine, berxwedana gelê Sûriyê û hêzên wê yên neteweyî di serî de, berxwedana leşkerî ya qedexekirina dewleta Tirk a dagirker ji pêkanînên armancên xwe pêk were.

Partiyê wiha da zanîn: "Wek vê rûdanê, divê çareseriya siyasî ya adil pêk were ku sûrî bi xwe biryarê bêyî destwerdanên derve bidin. Da ku yekitiya xaka Sûriyê, gel, dewlet, stratejiya wê ya neteweyî û serweriya giştî li ser xakê di bin pergaleke demokratîk de ku tevahî mafên welatiyên Sûriyê bi awayekî adil û wekhev dabîn dike, pêk were."

(fr)

 


Mijarên Din