Partiya Komonîst a Kurdistanê: Armanca êrîşên Tirkiyê qirkirin û koçberkirin e

Partiya Komonîst a Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta Tirk de, daxuyaniyek da raya giştî û tekez kir ku: "Êrîşên berberî, qirkirin, koçberkirin û guhertina demografî, parçekirinek ji fikrê faşît armanc dike, ku partî û kom û rêxistinên terorist ên tundrew belav dike û dibe sedema kuştin, rûxandin û birçîbûnê li her cihê ew hebin.”

Berfireha daxuyaniyê wiha ye: “Di siya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û berdêlên giran, ewlehî , aramî, jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat û serkeftina wê li hemberî terorîstan û jinavbirina kiryarên wan ên xwînî û derxistina wan derveyî herêmêm rêveberiyê. Rejîma Tirk a dagirker û çeteyên wê bi serkêşeya Erdogan û alîgirên wî, xwest tola wan çeteyan hilde, rabû şerê dagirkeriyê li dijî gelê me û Rêveberiya Xweser di 9-10- 2019`an bi riya asman û bejahiyê, ragihand.

Di vê şerî de balafirên şer, çekên giran, zêdeyî 130 hezar leşker û çeteyên wê ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, bikar anî. Di encamê de, heya îro bi sedasn şehîd û birîndar hebûn û zêdeyî 250 hezar koçber û penaber û ziyanên mezin bi mal û milkên sivîlan ku bi milyaran Dolar têne hesabkirin, bûn.

Armanca vê êrîşa belavbûna berberî qirkirin, koçberkirin, guhertina demografî û cografî û parçebûna ku di berjewendiya fikrê faşîst de ku partî, kom û rêxistinên terorîs ye, ku timî dibe sedema kuştin, derbiderbûn û birçîbûn û rûxandin li her cihê ew hebin de, pêk were.”

Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hat: “Em bang li we dikin, piştgiriyeke bi pratîk li berxwedana gelê me yê parastina xwe dike, bikin. Her wiha di riya xwepêşandanên aştiyan e de bang li hemû rêxistin û parlemantoyên cîhanê û Meclîsa Ewlehiyê dikin da ku daxwaza qedexeya firîna balafiran, peydakirina çareseriyeke siyasî bikin.”

(rr)

ANHA

 


Mijarên Din