Partiya Komalayî Kurdistanê - Sûriyê banga avakirina lêvegereke Kurdî kir

Partiya Komalayî Kurdistanê- Sûriyê bang li hêzên Kurd kirin ku lêvegerek niştîmanî û netewî li Rojava ava bikin. Her wiha destnîşan kir ku yekitî dê tevahiya planên Tirkiyê yên mêtînger li herêmê têk bibe.

Komîteya Şêwirî ya Partiya Komalayî Kurdistan - Sûriyê di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir "Tevî serkeftinên leşkerî yên QSD‘ê lê astengiyên hundirîn ên ku rê li ber pêşketina tevgera siyasî ya Kurdî digire, dihêle ku di çarçoveya xwecihbûnê de bimîne bêyî ku bighêje radeya bandoriyê li rewşa siyaseta Sûriyê û têkiliyên navdewletî yên girîng."

Di daxuyaniyê de hate goitn ku gorî bûyer û rûdanên heyî ew gihaştin van encaman:

"Divê li ser bingehek netewî û niştîmanî desteka kedên yekitiyê bê kirin. Pêwîst e lêvegerek niştîmanî netewî û niştimanî were avakirin û kongreyek netewî Kurd li Rojava were lidarxistin. Asta nakokiyên partiyekî  çawa be, divê werin çareserkirin û ji nakokiyan werin dûxirin."

Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hebûna dû hêzên leşkerî li Rojava nayê qebûlkirin û wiha domand: " Ji ber tecrubeya hebûna du hêzên leşkerî Kurd ji mentiqê ye ku du hêz li Rojava tune be. Baştir e her komek tev li hêzên li ser erdê bibin. Em dibînin ku sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk têra hemûyan dike, QSD‘ê mîsogeriya serxwebûna leşkerî dûrî parvekirinên partiyetî ye. Ji wê zêdetir lêvegera hêzan li Rojava gel û parlamanto ye."

Partiya Komalayî ya Kurdistanê – Sûriyê kedanê navdewletî û Kurdî ji bo pêkanîna yekitiya Kurd silav dikin û  wiha bang kir: "Em bang li tevahiya  dikin ku nuqteyên hevpar û hevbeş bidin pêş û hêviyên rewa ên gelê Kurd ên li Sûriyê pêk bînin. Xebatan xurt bikin ji bo ku di zûtirîn dem de pêk were.

Girîng e gel û saziyên wê yên cûda beşdarî her diyalog û lihevkirinên Kurdî-Kurdî bê kir. Da ku bibe şahidê wan bûyeran. Ji ber ev pêkanîna vê prosesê di navbera aliyan de dabîn dike. di heman demê de gel dibe çavdêrê pêkanîna wan lihevkirinan bi şêwazekê ku xizmeta berjewendiya niştîmanî ya gel û doza me bike. "

(şx)

ANHA


Mijarên Din