Partiya Kesk a Kurdistanê: Rejîma Tirk bixin lîsteya terorê

Partiya Kesk a Kurdistanê îşaret bi tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Bakur kir û got ev rêzeqirkirinên plankirî ne. Partiyê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku rejîma Tirkiyê bixe lîsteya terorê û şermezar bike.

Partiya Kesk a Kurdistanê îro têkildarî desteserkirina şaredariyên Amad, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê bi destê hikumeta Tirk, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Partiya Kesk wiha ye:

"Rejîma Tirkiyê gelê Kurd li bakurê Kurdistanê roj bi roj dike armanc, nîşana vê yekê jî carekê proseya qirkirinê ku ji dema damezirandina Komara Tirkiyê heta niha berdewam e û carekê bi rêbaza qirkirina siyasî û çandî, herî dawîn jî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ye.

Li tu dewletên ku pîvana demokrasiyê lê peyda dibe, nehatiye dîtin ku şaredarên bi dengdayîna gel hatine hilbijartin, ji erkdariyê werin rakirin.

Rejîma Tirkiyê ya îslamî baweriya xwe bi pîvana demokrasiyê nayne, em jî wek Partiya Kesk a Kurdistanê rakirina serokên şaredariyan ku bi dengdayîneke demokratîk hatine hilbijartin, şermezar dikin.

Her wiha bang li raya giştî û cîhana azad dikin ku rejîma Tirkiyê hem şermezar bikin, hem jî bixin lîsteya terorê. Di heman demê de jî bang li hemû gelên Kurdistanê, nexasim Bakurê Kurdistanê ku li dijî faşîzma Tirkiyê yekrêz bin û di pêkanîna azadî û demokrasiyê de, vîna azad ji xwe re esas bigirin."

(eh)


Mijarên Din