Partiya Kesk a Kurdistanê: Em bi tundî komploya tirsnak şermezar dikin

Partiya Kesk a Kurdistanê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan daxuyaniyek weşand, salvegera komployê bi ‘roja bedbîn’ bi nav kir.

Bi hatina salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya ku rêber Abdullah Ocalan di 15 Sibatê 1999’an de hedef girtiye, asta şermezarkirinê ji hêla gelê Kurd, partiyên neteweyî û çînên rewşenbîr ve bilind dibe. Bi wê re jî komploya ku hewl daye gelên bi hesreta azadiyê di çembera sîstemên destpot û çewisandinê de ya ji hêla kapîtalîzma cîhanê ve bihêlin, red dikin.

Bi vê boneyê Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand, komplo red kir û diyar kir ku komplo bi bin ket.

Daxuyanî wiha ye:

"Di van rojan de salvegera bedbîn a komploya girtina rêberê azadiyên li cîhanê birêz Abdullah Ocalan derbas dibe. Kiryara girtina azadiyê 130 rojî derbas kir. Ji Asya ji welatê şoreşa çandiniyê dest pê kir, heta ber bi Ewropa ve çû li Afrîkayê welatê destpêka mirov bi dawî bû. Her wiha xwestin ku azadiyê li Ewropa ya xwediyê şoreşên li dijî koletiyê, kelepçe bikin.

Di vê kiryarê de tevahî dijberên azadiyê ji dewlet û rêxistinên siyasî beşdar bûn.

Bi wê xwestin ku rêvebertiyê ji gel qur bikin, nehêlin Rojhilata Navîn bi tevahî û Kurdistan bi taybet rola xwe ya rêvebertiyê careke din di şoreşa azadiyê de bilîzin.

Lê belê diyar e, nirxên azadî û têkoşînê yên hatine çandin ji bîr kirine û her wiha ji fikran re bask hene ku bi ku ve diçin, dê biçin.

Kiryara qurnastiya navdewletî ya ku pêk anîne, êdî li ser serê wan bûye bela. Ji ber fikrên şoreşgerî yên ramanwer Abdullah Ocalan li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûne û gelan ji bo azadiya xwe pêçaye.

Va ye gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi wê fikir û felsefeyê, xwe parast, Rêveberiya Xweser bi hevkariya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezrand û fermandariya şoreşê ya Sûriyê ava kir.

Em wek Partiya Kesk a Kurdistanê vê qurnaztiya tirsnak bi tundî şermezar dikin.

Di heman demê de jî piştrast dikin ku dê têkoşînê ji bo azadiya tevahî girtiyên di girtîngehên rejîmên faşîst û destpotiyê de, di serî de birêz Ocalan, bidomînin, mafên rewa ên gelê Kurd li ser xaka Kurdistanê û parastina jînegeha ku bi destê dagirkeran tê wêrankirin, biparêzin û pêk bînin.”

 (fr)


Mijarên Din

Li Şamê teqîn