Partiya Azadiyê ya Hollandayê: DAIŞ’iyên berê li Efrînê li ser navê Tirkiyê şer dikin

Partiya Azadiyê ya Hollandayê (PVV) pêşniyaznameyek pêşkêşî meclisê kir ku tê de tê destnîşankirin ku 40 çeteyên DAIŞ’ê yên berê yên di bin kontrola MÎT’a Tirk de, li Efrînê li ser navê Tirkiyê şer dikin.

Partiya Azadiyê ya Hollandayê (PVV) ya bi serkêşiya Geert Wilders pêşniyaznameyek amade kir da ku wezîrê karên derve yê  Hollandayê Stef Blok bibersivîne û tê de diyar kir ku li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, çeteyên DAIŞ’ê yên berê hene.  Her wiha di pêşniyaznameyê de îhtîmala ku li “herêma ewle” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hêla dewleta Tirk ve bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê jî hate pirsîn.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, pêşniyazname ji hêla parlamenterê PVV’yê û berdevkê polîtîkaya derve Raymond de Roon ve hate dayîn û tê de hate pirsîn ka rast e ku li Efrînê bi dehan çeteyên DAIŞ’ê li ser navê Tirkiyê şer dikin.

Wezîrê karên derve Stef Blok wiha bersiv da: “Dema ku em li dînamîka şer a li Sûriyê dinêrin, îhtîmal heye ku şervan ji ber sedemên pragmatîk an jî madî tev li komên ku berê dijber bûn, bibin û şer bikin.”

Blok diyar kir hikumeta Hollandayê xwedî agahî nîn e ka çeteyên DAIŞ’ê bi MÎT’a Tirk re hevkariyê dikin an na. Blok pirsa “Di nav lîsteya 40 DAIŞ’iyan de welatiyên Hollandayê hene yan na?” wiha bersivand: “Bi qasî ez dizanim di lîsteyê de tu welatiyên Hollandayê tune ne.”

‘Gelo DAIŞ’î li herêma ewle tên bicihkirin?’

Her wiha hate pirsîn bê ka rîsk heye ku dewleta Tirk li “herêma ewle” ya li bakurê Sûriyê bê avakirin çeteyên DAIŞ’ê bi  cih bike. Wezîr diyar kir ku Tirkiye ji bo çêkirina herêmeke ewle bi DYA’yê re dixebite û dê li wê herêmê bi tenê leşkerên her du dewletan werin bicihkirin.

PVV’ê di pêşniyaznameya xwe de xwest ku hikumeta Hollandayê “Di mijara hevkariya Tirkiye-DAIŞ’ê de di bin çavdêriya NATO’yê de lêpirsînek bê xwestin û heke ew têkilî hate îspatkirin, bila emdamtiya Tikriyê ya NATO’yê di ber çavan re were derbaskirin.” Wezîrê karên derve yê Hollandayê ev daxwaz red kir.

Rûsyayê têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê belge kiribûn

Li gorî nûçeyên berê jî gelek caran ketin rojevê û çavkaniyên herêmî jî piştrast kirin, piştî ku QSD’ê dawî li hakimiyeta DAIŞ’ê ya li bejahiyê anî, dewleta Tirk gelek çeteyên DAIŞ’ê derbasî Efrînê kirin û li wê derê dide şerkirin.

Dewleta Tirk bi destê van çeteyan demografiya Efrînê diguherîne û her cure sûcên revandin, girtin, îşkence, tecawiz û kuştinê dike. Her wiha Rûsyayê jî hinek belge weşandibûn û tê de têkiliya organîk a dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re hatibû kifşkirin.


Mijarên Din