Partiya Aştiya Demokratîk qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anîn

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan pêk anî, şermezar kir û got tişta ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anî hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Îro salvegera 6`an a komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyên li Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk aniye. Di encama komkujiyê de bi hezeran qurbanî û kesên winda çêbûn. Di komkujiyê de çeteyan bi hezeran jinên êzidî revandin û heta niha çarenûsa hin jinan ne diyar e.

Di vê derbarê de Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (PADK) daxuyaniyek da û destnîşan kir ku tişta çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê pêk anî, îro dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Daxuyanî wiha ye:

"Çeteyên DAIŞ`ê bi ser qezaya Şengalê de girt. Sûcên herî qirêj ji kuştinên meydanî yên komî û revandina jinan pêk anîn. Ev yek kîna çeteyên DAIŞ`ê ji gelên ji ol û neteweyên cuda diyar dike.

Dewleta Tirk a ku dixwaze xwe di pişt maskên derewan de veşerê ku ew şerê terorîstan dike, îro bûye çavkaniya terorê. Destekdayîna xwe ji terorîst û çeteyan re eşkere dike. Ne tenê li Sûriyê lê belê li giştî herêmê. Dema QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê têk bir bi awayekî eşkere niyetên xwe diyar kirin.

Tişta ku çeteyên DAIŞ`ê bi destekdayîn û bi awayekî veşartî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî êzidîyên Şengalê pêk anî, hêzên dewleta Tirk û fesîleyên wê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê didomîne. Rojane li herêmên dagirkirî kuştin, revandin, koçberkirin, îşkencekirin, talankirin û gelek sûcên dermirovî pêk tên. Sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne îmzeya reş li ser eniya mirovahiyê ye.

Em Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê komkujiya li dijî êzidiyên Şengalê ya 2014`an şermezar dikin. Em şehîdên komkujiyê bi bîr tînin û tekez dikin ku îradeya azad wê bi ser bikeve. Ji ber gelê êzidî rastî bi dehan komkujiyan hatine û komkujiya DAIŞ`ê yek ji wan e. Gelê êzidî li ber xwe da, çeteyên DAIŞ`ê û hevalbendên wê têk çûn.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din