Partî û tevgerên siyasî soza berxwedanê dan

Partî û tevgerên siyasî yên kantona Şehbayê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo sekinandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkevin tevgerê.

Partî, tevgerên siyasî û saziyên civaka sivîl ên kantona Şehbayê li navçeya Ehdas li djiî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê Mihemed Reşîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Roja Çarşemê 9`ê Cotmeha 2019`an herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rejîma Tirkiyê û çeteyên ve rastî êrîşan hat. Di encama wê de sivîl şehîd bûn û bi dehan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birîndar bûn. Xwîna hemû pêkhateyan ji bo axa welat tevlî hev bû.

Di encama topbarana bêserûber li ser bajarên ewle bi hezaran malbata koçber bûn.

Em êrîşên hove yên li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê şermezar dikin. Em bang li civaka navdwletî, meclisa Ewlehiyê, kombûna dewletên Ereb, komseriya Ewrupayê, civaka sivîl û Koalisyona Navdewletî ya li dijî terorîstên DAIŞ`ê ku bi QSD`ê re şer kir û erkên xwe yên exlaqî der barê mirovahiyê de pêk anî ku êrîşên li dijî sivîlan bisekinînin.

Em soz didin ku em ê kêleka gelê xwe bisekinin û e mê piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leheng da ku em parastina xaka Sûriyê bikin. Xaka Sûriyê ku şehîdên me bi xwîna xwe av dane da ku Sûriyê ber bi pirrengiyê û demokratiya azad ve bibin."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din