Partî û rêxistinên siyasî banga destwerdana navdewletî kir

Duh artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifat a herêma Şehbayê komkujiyek pêk anî û heta niha 10 sivîl ku piraniya wan zarok in, bûne qurbanî. Sazî û rêxistinên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku ji bo rawestandina komkujiyên dewleta Tirk destwerdana navdewletî ya pratîkî û lezgîn pêwîst e.

Der barê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî zarokên Efrîn û Şehbayê de duh li navçeya Til Rifatê pêk anîne ku di encamê de 10 sivîl ku 8 jê zarok in, şehîd bûn û 10 kesên ku dîsa 8 jê zarok in birîndar bûne, Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan ên tundraw ên girêdayî wê, duh li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê li gundewarên bakurê Helebê komkujiyek pêk anî. Di encama topbarana bê serûber a tankên dewleta Tirk li ser navçeyê de, 10 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.

Ev komkujî di rêzesûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên herêmê pêk tînin, bêyî ku itîrafê bi qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan bikin. Ev jî îspateke nû ji kîna dewleta Tirk a dagirker a li hemberî pêkhateyên herêmê ye ku bi saya projeya Rêveberiya Xweser xwe bi awayekî demokratîk bi rêve dibin.

Ev komkujî û sûcên ku Tirkiye dike bi zelalî "wehşeta siyasî û leşkerî" ku rejîma Tirkiye gihiştiyê, îspat dikin. Rejîma Tirkiyê êdî xetriyeke cidî li ser tevahî cîhanê ye, ji ber ku ew piştgirê sereke ji terorê re ye ku her kesî dike hedefa xwe. Her wiha bêyî ku rêzgirtinê ji hikûmetên dewletên cîran re bigire destwerdanê li karên wan dike û şantajê wek şêweyê dan û standinê bi kar tîne.

Bêdengiya navdewletî ya bitirs hişt ku dewleta Tirk sûc û kiryarên xwe li herêmê berdewam bike. Ev bêdengî dihêle ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, sûc û binpêkirinên xwe li dijî şêniyên herêmê bi taybetî li herêmên ku dagir kirine wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bidomîne.

Wek Hevbendiya Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî em bi tundî komkujiya dewleta Tirk li Til Rifatê şermezar dikin û em tekez dikin ku Tirkiye başiyê ji bo herêmê naxwaze. Her wiha bi ti awayan hewl nade ku çarseriyê ji aloziya Sûriyê re bibîne, lê belê li ser hesabê gelên herêmê û ewlehî û istîqrara wan, ji bo vegerandina pirojeya dagirkeriya Osmanî dixebite.

Em dîsa tekez dikin ku asta sûcên ku rejîma Tirkiyê gihîştiyê, destwerdana navdewletî ya pratîkî û lezgîn pêwîst dike. Eger ev destwerdan neyê kirin, em ê bi teror, sûc, qirkirn, tevlihevî û bêistîqrarbûnê re rû bi rû bimînin.”

ANHA


Mijarên Din