Parlementerên Ewropayê serokek nû ya parlementoyê hildibijêrin

Îro roja çarşemê, parlementerên Ewropî serokekî nû ya parlementoyê piştî peymana ku der barê belavkirina berpirsiyarên bilind di navbera rêveberên 28 dewletên endam ên YE’yê de pêk hatiye de, hildibijêrin.

Dê parlementerên Ewropî yên nû ku erkên xwe di sêşemê de hilgirtine piştî rûniştina kurt a li Strasborgê pêk hatiye, di saet 07:00’an de li gor Greenwichê roja çarşemê dengdayîna veşartî ya hilbijartina serokê parlamentoyê li şûna  Antonio Tajanî yê îtaly ku ji Koma Partiya Gelêrî ya Ewropa ya Rastgir e, pêk bîne.

Li aliyekî din jî Manfred Weber ê almanî serokê Koma Partiya Gelêrî ya Ewropa ya Rastgir ku mezintirî bloka di parlementoyê de ye û bernemzetê ku bi serokatiya Komseriya Ewropayê bi ser nekitiye tekez kir ku amade ye piştevaniya bernamzeta Koma Sosyalîzm a Demokratîk(duyemîn bloka di parlementoyê de ye) di çarçoveya piştî serokatiya Antonio Tajanî de, bike.

Di lîstiya bernazemtên 4’an de ya ku şevên sêşem û çarşemê hatiye belavkirin, tu bernamzet ji Partiya Gelêrî ya Ewropayê tune ye.

4 bernamzet wiha ne; sosyalîzmê demokratîk ê Îtalyayê David Sassoulî yê ku ji deh salan ve cîgirê Ewropayê ye, parêzvana hawîrdorê ya ji Almanyayê Ska Keller, Serra Rego ya ji Spanyayê ku ji Bloka Yekalî ya Çepgir e û Jan Zahradel ê ji Komara Çekyayê ye.

Serokatiya parlementoyê bi 2 sal û nîv hatiye diyarkirin.  Bloka siyasî ya Ewropayê ya mezintirîn hewl dide dabeş bike.

Rêveberên Ewropayê roja sêşemê li ser kesayetên bingehên der barê birêveberina YE’yê de li hev kirin. 2 jin ji bo berpirsiyariyên sereke hatin hilbijartin û ew jî Ursula von der Lien a ji Almanyayê ye ji bo serokatiya Komseriya Ewropa û ya ji Fransa Christine Lagarde ji bo serokatiya Banka Navendî ya Ewropayê, ne.

Serokwezîrê Belçîka Charles Michel mîrasa serokatiya Meclisa Ewropayê ya ku tê de rêveberên 28 dewletan heye, bir. Li aliyekî din tê texmînkirin ku Khuzab Borrell ê sosyal ji Spanyayê ye ji bo Karûbarên Derve yên YE’yê li şûna Federica Mugherinî hatiye pêşniyarkirin.

Lê belê der barê Ursula von der Lien de divê parlamenterên Ewropayê li ser erêkirina wê di rûniştina ku dê di 2 hefteyên din de li dar bikeve de, be.

Tê pêşbînkirin ku bernamzetê serokatiya YE’yê pir dengan bistîne heta ku bi ser bikeve.

(fr)


Mijarên Din