Parlementerên Ewropî: Tirkiyê xeteriyê li ser Lîbya û rojhilatê deryaya Spî çêdike

Parlementerên Ewropî tekez kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze, rewşa li herêmê xetere û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqere li rojhilatê deryaya Spî, bisekine.

Di çarçoveya nakokiyên di navbera YE û Tirkiyê der barê gelek dosyayan de ji wan lêgerîna der barê gaz û petrolê li deryaya Spî û Lîbyayê, parlementera Fransayê Nadia Essien ragihand ku ji ber şaştiyên ji hemû aliyan de rewşa Lîbyayê xetere.

Nadia Essien tekez kir ku lihevkirina Ewropayê di nava dosyayên siyaseta derve de windayî ye.

Her wiha Nadia Essien destnîşan kir ku kirinên Tirkiyê ya şantajê ne li gorî siyaseta Ewropayê ne û wiha got: "Têkiliya Ewropa bi Tirkiyê gihaşt astek pir bi girêk."

Endamê Parlementera Ewropayê Costas Mavericks destnîşan kir ku Tirkiyê roleke pir xeter li Lîbyayê dilîze û bang li YE`yê kir ku li hember berjewendiyên Enqere li rojhilatê deryaya Spî, bisekine.

(bx)


Mijarên Din