​​​​​​​Parlementerekî Lubnanê îstifaya xwe da û banga lêpirsîneke navneteweyî kir

Parlementerê Lubnanê Merwan Hemade vê sibê îstifaya xwe ji Sekreteriya Giştî ya Parlementoyê re pêşkêş kir û banga avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî kir. Her wiha bang li Meclisa Bilind kir da ku wezîr werin darizandin.

Di daxwaznameya îstifayê de Merwan Hemade sersaxî ji gelê Lubnanê re xwest û got ew îstifaya xwe li gorî destûrê û bendên rêziknameya parlemantoyê pêşkêş dike.

Merwan Hemade di daxwaznameyê de spasiya xebatên parlamentoyê kir û bang li parlamenteran kir ku mîna wî banga avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî û darizandina serok û wezîran ji hêla Meclisa Bilind ve bikin.

BÎLANÇOYA TEQÎNÊ GIRAN DIBE

Xaça Sor a Lubnanê vê sibê hejmara kesên di teqîna duh de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir. Sekreterê giştî yê Xaça Sor Corc Kitane got di encama teqînê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûne û hîna jî tîmên rizgarkirinê birîndar û qurbaniayn ji bin kavilan derdixin.

(eh)


Mijarên Din